Sereke

“Cimeta min diha qewate, ne ku çawa hûn difikirin”: vlogêr piştî şêr li Arsaxê qesidîye /vîdêyo/

Vlogêra ermenî Gûîn Dalêra, ya ku hemû seferên xweye li Ermenîstanê û Arsaxê dikişîne, piştî şêr cara ewlin çûye Arsaxê.
Sefera Dalêrayêye li Arsaxê ji ber nivîsara “Hûn bi xêr hatine Arsaxa azat” destpê dibe.
“Ez niha gavên xweye ewlin berbi wî welatî diavêjim, yê ku her dem dilê minda dijî. Li welatekî usa, yê ku bi jîyanêva tijîye, lê li kîderê hemû tişt hatîye guhartinê. Feqet cimeta min diha qewate, ne ku çawa hûn difikirin”,-Dalêrayê vîdêyoyêda gotîye.
Peyîra rêya berbi Arsaxê tê kifşê, li hemû cîha rêçên şêr tên kifşê. Ew û hevalên wê li ber “Smêrça” û tanka şikilên xwe dikişînin. Paşê ew tevî hevalên xwe li Stêpanakêrtê û li cîhên mayîn diqesidin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button