Sereke

Li Arsaxê îdî învêstîsîyayên biçûk hene: cîgirê wezîrê êkonomîkayê

Li Arsaxê îdî învêstîsîyayên biçûk hene. Derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê êkonomîkayê Avag Avanêsyan gotîye.
“Gilî derheqa învêstîsîyayên mezinda nîne, hîmlî yên şexsîne. Gilî derheqa fabrîkayên dirûnê û xurekdane”,-cîgirê wezîr gotîye.
Bi gotina Avanêsyan, gotûbêjkirinên bona dirêjkirina êmbargoya eşîyayên ji Tirkîyayê berdewam dibin. Cîgirê wezîr daye dîyarkirinê, wekî li Ermenîstanê, usa jî li Adirbêcanê, piştî şêr atmosifêra învêstîsîyon xirav bûye, lê kartên welête lîstikê hê hene.
“Ermenîstan bona învêstora bi cûrê sûka xebatêva hewaskare, bi hesabhildana sûka Yektîya Avrasîyayêye êkonomîkî”,- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button