Sereke

Nêzîkbûna hindava dîlên ermenîye leşkerî xirabkarîya dijî merivatîyêye: Anna Nagdalyan

Zêrandinên dîlên ermenîye leşkerî şedetîya koordînasîyakirina wan didin. Hindava wanda nêzîkbûna nuxsankirinê û zêrandin tên mîyaserkirinê û ev hemû tişt xirabkarîyên dijî merivatîyêne. Derheqa wê yekêda berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der Anna Nagdalyanê gotîye, wextê ku ewê derheqa raporta «The Human Rights Watch»-ye derheqa dîlên ermenîda xeberdaye.
Çawa ku me dabû dîyarkirinê, teşkîleta «The Human Rights Watch»-ê raporteke berfireh derheqa xirabkarîyên şêrda û usa jî nêzîkbûnên hindava dîlên ermenîye leşkerîda hazir kiribû.
“Raportêda hatîye dîyarkirinê,wekî cara dawî gelek leşkerên ermenî nava dîltîyêda li Adirbêcanê dîtine, lê Adirbêcanê derheqa wê yekêda nedaye dîyarkirinê. Ev yek jî şedetîyê dide, ku gelek meriv dikarin undabin û gilî ne tenê derheqa qulixçîyên leşkerîdane, lê usa jî derheqa merivên sîvîldane”,-Nagdalyanê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button