Sereke

Parlamênta Ermenîstanê cimeta kurd, girêdayî cejina Newrozêra, pîroz kirîye

“Pîrozbahîya serokê hukumata Ermenîstanê bona temamîya kurdên dinîyayê xweşhalî pêşda anî. 23-ê adarê, parlamênta Ermenîstanê jî cimeta kurd pîroz kir. Bi gotina parlamêntvanê Ermenîstanêyî ji fraksîya “Gava min” Kinyaz Hesenov, Newroz cejineke cimeta kurde kevinare, ya ku zûva hatîye kifşkirinê.Ewî razalixî elamî serekwezîrê Ermenîstanê û cimeta ermenî kirîye, bona gaveke wî cûreyî, û daye dîyarkirinê, wekî pîrozbahîyên ji alîyê serokê hukumata Ermenîstanêda xweşhalî û şabûn bona temamîya kurdên dinîyayê pêşda anîye. Çawa bersiva wê yekê, serokê parlamêntê Ararat Mîrzoyan elam kirîye,wekî parlamênta Ermenîstanê jî wê cejinê pîroz dike. Gotinên wî ji alîyê hemû fraksîyayên parlamêntêda, bi destlihevxistina, hatine qebûlkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button