Sereke

Hevalkarên Adirbêcanêye navnetewî gerekê bona pirsa dîlên ermenî hukumî li ser wî welatî bikin

Hevalkarên Adirbêcanêye navnetewî gerekê bona pirsa dîlên ermenî hukumî li ser wî welatî bikin, bona ku ew wan meriva bîne ber cabdarîyê, yên ku bi barbarî nêzîkî dîla bûne û ew zêrandine. Derheqa wê yekêda cîgira serokê teşkîleta Human Rights Watch-ye li Avropayê û Asîya Navîn Rêyçêl Dênbêrê gotîye.
Bi gotina wê, teşkîleta wan derheqa wan bûyarada daye dîyarkirinê, wextê kîjana hêzên Adirbêcanêye sîlihkirî hindava dîlên leşkerîda zordarî, nuxsankirina wan, zêrandin mîyaser kirine.
“Me bûyarên usa jî dane dîyarkirinê,wextê kîjana merivên sîvîl zêrandine.Ev yek teribandinên konvênsîya Jnêvêne, yên ku anegorî xirabkarîyên şêrin”,-Rêyçêl Dênbêrê gotîye.Ewê daye dîyarkirinê, wekî teşkîlet nikare hejmara dîlaye li herdu alîya îzbatke. Feqet borcdarîyên Adirbêcanê hene, ku ew nava qewilên wî cûreyîda mafên dîla xweyke û bide bawarkirinê, wekî ew nayêne zêrandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button