Sereke

Li dêra Şûşîyêye ermenî wê teşkîldarîya dêrê neyê derbazkirinê: hevraxeberdan encam nedane

“Hevraxeberdanên dora îzinnedayîna derbazkirina teşkîldarîya dêrêye li dêra Şûşîyêye ermenî û çûyîna bawarmendên ermenîye li wir encam nedane”,- pêşîkêşê dêra Arsaxê Vrtanês Abrahamyan gotîye.
Tevî alîyê Adirbêcanê, dêra Arsaxê û aşîtîparêzên rûs hevraxeberdan derbaz kirine. Îzina wekîlê ruhanîye bi rêberîya aşîtîparêza nedane ku ew here Şûşîyê ku ew arşîva li wir mayî û pîrozîyên başqe der bîne. Vrtanês Abrahamyan usa jî derheqa dêra Şûşîyêye mayînda xeberdaye. “Ew dêr du cara hatîye teqandinê û bi temamî hatîye tunekirinê”,- ewî gotîye. Derheqa dêra serekeda înformasîya tunene, alîyê azêrîya şikilkişandinên li wir qedexe dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button