Sereke

Hilbijartin wê bi qeydê wekehevtîyê bêne mîyaserkirinê: serekwezîr

Piranîya parlamêntê qirar qebûl kirîye ku hilbijartina bi qeydê wekehevtîyê derbazkin.Derheqa wê yekêda serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, li parlamêntê, wextê dayîna bersiva pirsa, gotîye û daye dîyarkirinê, wekî hilbijartin wê anegorî kitêba qanûna bêne derbazkirinê.
Serekwezîr gotîye, wekî anegorî pevketina hêzên sîyasî, nava wedê qirarkirîda serekwezîrê ji qulixê dûrkeve, piştî kîjanê parlamêntê du cara serekwezîr nebijêre û peyî wê yekêra parlamênt tê belavkirinê.
“Dema axaftinên me, me daye dîyarkirinê, wekî herdu fraksîyayên opozîsîyon vê pirsê dihêlin li ser piranîya parlamêntê. Piştî wê yekê piranîya parlamêntê tevî hêzên ji parlamêntê der, wekîlên civaka sîvîl gotûbêjkirina derbaz dikin û bi hesabhildana borcdarîya hildayî qirar hatîye qebûlkirinê, wekî hilbijartin wê bi qeydê wekehevtîyê bêne derbazkirinê”,-serekwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button