Sereke

Seroka dêlêgasîya şêwira Avropayêye heleqetîyên tevî Kavkaza Başûr û raportkir bangî Adirbêcanê dikin ku dîlên ermenî lez aza berdin

Seroka dêlêgasîya şêwira Avropayêye heleqetîyên tevî Kavkaza Başûr Marîna Kalyûrand û raportkirê pirsa Ermenîstanê Andrêy Kovaçêv, raportkira pirsa Adirbêcanê Jêlyana Zovko berbirî Adirbêcanê bûne, dew kirine ku dîlên ermenî lez aza berdin.
“Em rûyê gotinên derheqa zêrandina dîlên ermenîye li Adirbcanê nerihetin, derheqa kîjanada nava raporta Rights Watch-ye dawîda hatîye dîyarkirinê. Em bangî Adirbêcanê dikin, ku hemû gunehkara bînin ber cabdarîyê. Pêwîste, ku zêrandinên dîla bidine qedexekirinê. Mixabin, hukumata Adirbêcanê berbirîbûna mehkema Avropayêye Mafên Mêriv mîyaser nekirîye, ya ku borcdar dikir, ku Adirbêcan derheqa dîlada, qewilên wanda, saxlemîya wanda înformasîya bidana. Em careke mayîn bangî Adirbêcanê dikin ku hemû dîlên ermenî, anegorî elametîya 9-ê mijdarê, aza berdin”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button