Sereke

Adirbêcanê dêra ermenîye Mêxakavanê bi temamî xirab kirîye /vîdêyo/

BBC-ê rêportaj derheqa dêra ermenîye li Qerebagê hazir kirîye. Miqaledarê BBC-ê derheqa dêra gundê Mêxakavanêda daye dîyarkirinê, ya ku niha bi temamî tune. Vîdêyoyêda azêrî dibêjin, ku giva ermenîya pêşîya çûyîna ji wir, dêr xirab kirine. Xebatkarê azêrîyî polîsîyayê, yê ku rêberîya komê dike, çawa bersiva wê pirsê dibêje, ku derheqa dêrêda ew haj pê tunene. Rojnamevanê brîtanî bi xwe cîhê dêrê dibîne û diçe wir.Feqet, li kîderê gerekê dêrbûya, îdî valaye. Fîşêrê rojnamevan li wî cîhî dibîne ku dêr bi temamî tune. Ew vîdêoya berî şêr nîşanî şêwirmendê serokê Adirbêcanê dike, û dibêje ku dêr bi hîmê xweva xirabkirîye. Şêwirmendê serok jî bersiva wî dide û dibêje ew haj wê yekê tune û ew yek gerekê bê kontrolkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button