Sereke

Bi serkarîya Nîkol Paşînyan û Arayîk Harûtyûnyan bernamên ku li Arsaxê tên mîyaserkirinê, hatine gotûbêjkirinê

Bi serkarîya Nîkol Paşînyan û Arayîk Harûtyûnyan û bi tevbûna serkarên îdarên hukumata Ermenîstanêye anegor, şêwirdarîya bi sirê derbaz bûye. Nîkol Paşînyanê serekwezîr nava axaftina xweda gotîye:
“Serokê Arsaxêyî qedirbilind, birêz hevalkar, îro em berev bûne, ku rojeva meye nava goveka sosîyal- êkonomîkîda gotûbêj bikin.Ez dixwezim bîr bînim,wekî xaleke “Xerîta rê” ya ku min 18-ê mijdarê belav kiribû, derheqa dasekinandina jîyana Arsaxêdane. Gerekê bidine kifşê, wekî niha encamên baş hene, lê xebatên kirinê gelekin û girîngin. Bêguman, gotûbêjkirinên nava govekên cuda-cudada nesekinîne, qirarên tevayî hatine qebûlkirinê û emê îro gotûbêjkirinên derbazbûyî bidine tomerîkirinê û hinek pevketina bona kirinên pêşerojê dest bînin”.
Sirîya xweda serokê Arsaxê Arayîk Harûtyûnyan gotîye: “Ez dixwezim razalixîyê elamî serekwezîr bikim, girêdayî wan bernamara, yên ku ji alîyê hukumata Ermenîstanêda tên mîyaserkirinê. Encamên wê ber çevane û piranîya binelîyên Arsaxê, nêzîkî 12O welatî îro li Arsaxê dijîn û tê bêjî li hev hatîye wî hemû tiştî bidine çareserkirinê.
Nêzîkî 3O-î hezar binelîyên me hene, yên ku li Ermenîstanêne. Mixabin, mera li hev nehat salên 9O-î piranîya cimeta Martakêrtê paşda bînine Arsaxê. Niha pirsgirêka meye hîmlî avayîçêkirine û piştgirîya sosîyalîye. Feqet, hê gelek xebatên me hene”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button