Sereke

Derheqa şêrda wê raporta hêzên sîlihkirî hebe: sêkrêtarê şêwira bêqezîyabûnê

Sê opêrasîyonên usa hebûne, bi kîjana karibûne şêr bidine sekinandinê, lê şer rûyê qirarên meda nesekinîye, çimkî Tirkîya, Adirbêcan û koma têrorîsta tevî şêr bûne.
Sekinandina şêr opêrasîyona yekalî nîne. Derheqa wê yekêda sêkrêtarê şêwira Ermenîstanêye bêqezîyabûnê Armên Grîgoryan gotîye rojnamevana.
“Elametîya mine înkarkirinê li ser hîmê dokûmênta hatîye kirinê”,-Grîgoryan gotîye û daye dîyarkirnê, wekî roja şêre çara tu kes berbirî wî nebûye bona ku şêr bidine sekinandinê. Feqet serokê ştaba serekeyî berê Onîk Gasparyan elametîya wî cûreyî kiribû. Civîna şêwira bêqezîyabûnê bi temamî hatîye nivîsarê,- ewî gotîye. Grîgoryan usa jî gotîye, wekî hêzên sîlihkirî, bi serkarîya Onîk Gasparyan, wê derheqa şêrda raportê hazirke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button