Sereke

Niha nêzîkî 15OO leşkerên ku wextê şêr birîndar bûne têne qenckirinê

Wextê şerê Arsaxêyî 44 rojêda, li hospîtala, nexweşxana, qulixçîyên leşkerî, polîsîyayê, sînorxweykir nava doranên rezedilvanada weke 11 hezar birîndar û nexweş hebûne, lê niha 15OO leşker qenc dibin.Derheqa wê yekêda wextê qisa tevî rojnamavana, alîkarê serokê doxtirê leşkerî, serokê beşa plankirinê, Gêgam Paşîkyan wextê tomerîkirina xebatên beşa doxtirîyê gotîye.
Bi gotina wî wextê şerê Arsaxêyî dawîyê nava goveka leşkerên birîndarbûyîda mirina li nexweşxana selefek bûye, kîjan pênc cara ji reqemên statîstîkîyê kêmtire.
“Li beşa doxtirîya leşkerîda girîngî hatîye danînê li ser alîkarîya mobayl. Ewê alî kir, wekî wextê şêr alîkarîya baş li deşta şêr bidin”,-Avêtîyan daye kifşê.
Serokê beşa doxtirîya Ermenîstanêye leşkerî, Sahak Ohanyan jî elam kir, wekî wextê şerê Arsaxêyî 44 roje, nava 22-23 rojada leşkerên bi parça birîndarbûyî hebûne.
“Ew derheqa wê yekêda dibêje, wekî dijmin diron , topên dûravêj didane xebatê.Wextê hevtîya şêre sêem,nava leşkerada bi birînên gulaye yekem hebûn”,- serokê beşa doxtirîya Ermenîstanêye leşkerî da kifşê.
Bona belavbûna nexweşîya koronavîrûsê Ohanyan elam kir, wekî vê gavê 15O-î nexweşên bi koronavîrûsê qenc dibin, halê kîjana giran nîne, lê wextê belavbûna nexweşîya koronavîrûsê li qewatên Sîlihkirî deh meriv wefat bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button