Sereke

Dîyarkirina statûsa Qerebagê dêokûpasîya topraxa : Ayvazyan nêzîkbûnên Ermenîstanê yên nû raber kir

Bona rewşa nûye li herêmê, Ermenîstanê nêzîkbûnên xwe raberî Organîzeya Hevkarî û Bêqezîyabûna Avropayê kirîye, kîjan usa jî qirarkirina rewşa Arsaxê texmîn dikin li ser hîme mîyasekirina heqê xweqirarbûne, razîkirina bêqezîyabûna cimeta Arsaxê, ji alîyê Adirbêcanêda beşên zeftkirî. Bi ragîhandina “Armênprêss”-ê derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ara Ayvazyan, wextê civîna hevkarîya karên der, bernama Komara Ermenîstanêye sala 2O2O-î û encamên wêda raport raber kir.
Bi gotina wezîrê karên der,derheqa belavbûna koronavîrûsêye sala derbazbûyî û bona şêr, sal piştî serbestîyê çawa ya giran hesab kir.
Ewî da bawarkirinê, wekî ji alîyê wezîreta karên der gelek xebat hatine mîyaserkirinê nava doranên civaka navnetewîda îzbatkirina agrêsîya Adirbêcanê û bi piştgirîya Tirkîyayêye tevbûna têrorîsta.
“Niha herêma me ketîye nava govekeke nû, kîjan li herêmê kûrkirina aşîtîyê û hevkarîyê dide ferzkirinê.Hema wê demê wan kirina nîşan da, wekî hewcetya Organîzeya Hevkarî û Bêqezîyabûna Avropayê heye, kîjanê wê bikaribe serkarîyê aşîtîyê û rênîşa prînsîpa li ser hîmê sala bike”,-wezîr got.
Ewî da kifşê, wekî piştî şêr wezîreta karên der nêzîkbûnên Ermenîstanê cara yekem bi berfirhî meha kanûnê wextê civîna Organîzeya Hevkarî û Bêqezîyabûna Avropayê hatine raberkirinê. “Ew nêzîkbûn nîşan didin statûsa Arsaxê, bêqezîyabûna cimeta Arsaxê, ji alîyê Adirbêcanêda okûpasîyakirina beşa, parastina mîrata çanda ermenîya, ya bin destê Adirbêcanêda”,-Ayvazyan got.
Li Arsaxê cêrga pêşindanin îzbatkirina alîkarîya hûmanîtarî, bi tevbûna hevalkarên navnetewî, bi taybetî Organîzeya Miletên Yekbûyî.Wezîr ji alîyê Adirbêcanêda nehiştana alîkarîya hûmanîtarîye li Arsaxê, gunehkar kirîye. Wezîreta karên der tevî hevalkarên navnetewî wê pirsa hûmanîtarî bide sivikirinê.”Nava lez safîkirina pirsa hûmanîtarîdane usa ji pirsa alîyê Adirbêcanêda paşdavegerandina dîlên ermenîdane”,-wezîr da bawarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button