Sereke

24-ê nîsanê wê meşê bibe: welatî dikarin herin Sîsêrnakabêrdê

24-ê nîsanê meşê bibe. Derheqa wê yekêda wextê qisa tevî Sputnik Armênîyayê serokê mûzêyî-înstîtûta kumkojîya Ermenî, Harûtyûn Marûtyan gotîye.
“Ez li wezîreta perwerdê, zanistîyê, çandê û sportê tevî şêwirdarîyê bûme û li wir teşkîldarîyên 24-ê nîsanê hatine gotûbêjkirinê.Îsal wê teşkîldarî bibin, lê bona min meşa 24-ê nîsanê girînge”,- Marûtyan got.
Em bîr bînin wekî bona nexweşîya koronavîrûsê sala 2O2O-î 24-ê nîsanê dewsa meşa berbi Sîsêrnakabêrdê welatîya nivîsarên kin dişandin, navên wan li ser dîwarên bîranînê bi wêneya xuya dibûn. Lê ji seheta 22-a hetanî şebeqê li qesta bîranînê komên başqe miqamên klasîk diqedandin.
Bîr bînin, wekî 24-ê nîsanê Ermenîstanê û temamîya ermenîyên cîhanê sala 1915-a bîr tînin, li Tirkîya osmanîyê qedirê bîranîna 1,5 mîlîon cangorîyên komkuîya Ermenîye digrin.
Tirkîyayê heya roja îroyîn komkujîya xwe qebûl nekirîye.
Komkujî gelek welata nas kirine, nava wanda parlamêntên Ûrûgvayê, Rûsîyayêy, Fransîyayê Lîtvayê, Almanîyayê, piranîya qezayên ŞAY, Lyûksêmbûrgê, Avstrîyayê, Çîlîyê, Yûnanistanê, Kîprosê, Argêntînayê, Bêlgîyayê, Wêlsê, Şvêysarîyayê, Kanadayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button