Sereke

Pêskov derheqa heleqetîyên Ermenîstanê û Adirbêcanêye tevî Fêdêrasîya Rûsîyayê axifîye

Heleqetîyên Rûsîyayêye baş tevî Ermenîstanê û Adirbêcanê heye. Bi ragîhandina “Armênprêssê” derheqa wê yekêda wextê hepeyvîna tevî rojnama “Argûmêntî î faktîy”-ê berdevkê serokê Fêdêrasîya Rûsîyayê Dmîtrî Pêskov gotîye.
“Heleqetîyên meye tevî Adirbêcanê li ser hîmê qedirgirtina dualî heye.Ew dikarin gelek alîyên hewaskar raberkin. Tevî Ermenîstanê heleqetîyên dîrokî hene. Hevalkarên meye întêgrasîyon hene, kîjan alîkarîyê didine Ermenîstanê, çawa yên sîyasîyî, usa jî êkonomîkî”,-Pêskov daye kifşê.
Ewî daye kifşê, wekî hemû jî gerekê bîr bînin wekî wextê sekinandina agirbesta şerê li Qerebaga Çîya , rola serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn hebû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button