Sereke

63% pirsîyarkira difikirin ku Ermenîstan gerekê tevî Fêdêrasîya Rûsîyayê hevkarîyê qewînke

Wextê lêpirsînên welatîyaye derbazbûyî 62,9% têra dibînin, ku Ermenîstan gerekê tevî Fêdêrasîa Rûsîyayê hevkarîyê qewînke.
Bi ragîhandina “Armênprêss”-ê derheqa wê yekêda wextê civîna rojnamevanîyê, serokê «GALLUP International Association”-ê li Ermenîstanê endama tam “ÊM PÎ CΔ Aram Navasardyan gotîy.
Ewî daye kifşê, wekî ji welatîya hîvî kirine caba vê pirsê bidin, ka Ermenîstan tevî kîjan welatî û yektîyê gerekê hevkarîya xwe qewînke?
“Tevî Rûsîyayê 62,9%, tevî ŞAY 16,4%, tevî Fransîyayê 6,4%, Yektîya Avropayê 5,2%, tevî Çînistanê 2,6%, tevî Îranê 2,4%, tevî Yektîya Avrasîyayêye Êkonomîkî 1,5%, tevî NATO-ê O,7%, tevî Gurcistanê O,7%, tevî Organîzeya Peymana Beqezîyabûna Kolêktîv O,2%.
29-29-ê adarê wextê derbazkirina bersiva 8O1 meriv bi qisa têlefona tev bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button