Sereke

Kongrêsmênên ŞAY daxwez dikin ku sala 2O22-ye fînansî 1OO mîlîon dolar çawa alîkarî bidine Ermenîstanê û Arsaxê

Endamên palata Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye alîê pirsên ermenî, piştî êrîşên wêrankir, yên ji alîyê Tirkîyayê û Adirbêcanê, daxwez dikin ku sala 2O22-ye fînansî 1OO mîlîon dolarên Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî bidine Ermenîstanê û Arsaxê.
Çawa ku komîtêya data Amêrîkayêye ermenî elam dike, daxwez hatîye bilindkirinê, wextê ku seroka endama palata navnetewî Barbara Lînê û endamê anjansa kredîte Hêl Rocêrs xebitandina projeya alîkarîya fînansîye sala 2O22-a destpê kirine .
31-ê adarê serokên fraksîya pirsgirêkên ermenî Frank Paloûn û Cêkî Spêyêr, usa jî cîgirê serok Adam Şîf neme belav kirine, kîjanêda tê kifşê, wekî lêpirsînên projeya sala 2O22-ye fînansîyê bona binelîyên welêt, pêşdaçûyîna êkonomîkî, civaka sîvîl, alîkarîya bo nexweşîya koronavîrûsê, usa jî berdewamkirina alîkarîya hûmanîtarîye li Arsaxê gelekî girînin.
Hîmlî kongrêsmên daxwez dikin alîkarîyê bidine cimeta Qerebaga Çîaye ermenî bona teslîmkirina mala, razîkirina bi ava vexwerinê, alîkarîya doxtirîyê nîşandin.
Dawîyê daxwez tê kirinê ji alîê ŞAY-da alîkarîya bo Adirbêcanê bidine sekinandinê, awqas wext, hetanî ku êrîşên dijî Ermenîstanê û Arsaxê neyêne sekinandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button