Sereke

Baylozê Rûsîyayêyî li Ermenîstanê derheqa xebitandina komplêksa “Îskenderda”: gunehkarkirin dikarin yên cudabin

Baylozê Rûsîyayêyî li Ermenîstanê Sêrgêy Kopîrkîn bersiva wê pirsa rojnamevana daye, ya ku derheqa gotina alîyê azêrîyada bûye, bi kîjanê dabûne dîyarkirinê, ku “Îskender” wextê şerê Arsaxê hatîye xebitandinê.Bi şirovekirina vê pirsê, ku gelo Moskva xemgîn nîne ku nava prêssa azêrîyada derheqa wê yekêda hatîye nivîsarê û hatîye dîyarkirinê, ku “Îskender” ji baza rûsî hatîye berdanê, bayloz gotîye: “Gunehkarkirin dikarin yên cuda-cudabin. Em îdî hîn bûne, ku çawa doranên sîyasîye cud-cuda derheqa vê yekêda fikirên xwe elam dikin, lê bi fikira min tabîya fermî heye, ya ku zelale”. Em bêjin, wekî pêşda prêssa azêrîya dabû dîyarkirinê, wekî wekîlên ajansa Adirbêcanêye ku betalkirina mînava mijûl dibe, parçên rokêta “Îskender” dabûne kifşê. Hatibû raberkirinê, ku giva 15-ê adarê, li Şûşîyê ew parçe dîtine.Berdevkê serokê Rûsîyayê Dmîtrî Pêskov gotibû, wekî ew haj pê tune, ku ji wezîreta parastinê raport hatîye raberkirinê, ku leşkerên azêrî li Qerebagê parçên rokêta “Îskender” dîtine. “Na xêr, bi çiqasîva ez fem dikim, eva înformasîyona nûye”. Pêskov bîr anîbû, wekî rokêtên “Îskender” wextê şerê Qerebagêyî payîzê nehatine xebitandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button