Komandos xwetirê xwe ji Ermenîstanê xwest

Li komplêksa sportê û konsêrta cimetê xwetirê xwe ji mêrxasê Arsaxê, gênêral-mayor Arkadî Têr-Tadêvosyan xwestîye. “Wextê ku dibêjin Komandos, carekêra Şûşî tê ber çevê me.Ew sîmvola Şûşîyê bû.Roja îroyîn ne ew heye, ne jî ew”,-hîmdarê koma “Sasûnsî Davît” Hamlêt Hovsêpyan dibêje. “Dilê wî li ber vî hemû tiştî teyax nekir.Wextê wan serkeftinên salên 9O-î, milet yekbûyî bû”,-ewî gotîye. Navê Komandos hevalê wîye nava şêrda Ara Mûradyan danîye. Wana li Arsaxê sala 1991-ê nasîya xwe daye hev. Ew rêber bûye. Gelek meriv gilî dikin,wekî wextê şerê Arsaxêyî ewlin, bi saya fikirdarîya wîye lez çi cûreyî derb gîhandine dijmin û dijmin texmîn kirîye, wekî nava çîyada gelek komên leşkerên ermenîya hebûne. Roja îroyîn cinyazê fermandarê lêgêndar, nava megberên malbetêda teslîmî axê kirine, çimkî ewî bi xwe usa xwestîye.