Sereke

Rûsîya her dem amade ye li rex cimeta ermenî bisekine: Cîgirê wezîrê Fêdêrasîya Rûsîyayêyî karên der

Dewsgirtîyê wezîrê Rûsîyayêyî karên der Andrêy Rûdênko wextê qisa tevî rojnama “Novoyê Vrêmya”-ê daye kifşê, wekî hevkarîya rûsa-ermenîya nava salada çawa hevalkar dest anîye û bi dîyaloga sîyasîye bi întênsîvîya bilind cuda dibe.
“Bi orteçîya Fêdêrasîya Rûsîyayê û bi tevbûna serok Vladîmîr Pûtîn mecal çê bû şerê 44-rojeye di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê bidine sekinandlinê. Îro aşîtîparêzên rûs garantên qewîn û bêqezîyabûna herêmêne. Rûsîyayê alîkrîya hûmanîtarîye weke 15 mîlîon dolarên amêrîkî bona zyankêşa daye”,-Rûdênko daye kifşê.
Ewî usa jî daye kifşê, wekî Rûsîya her dem amedeye li rex cimeta ermenîy bisekine. “Rûsîya hetanî niha li Ermenîstanê çawa învêstora here mezin tê hesabê. Anegorî alîyên ermenîya, învêstîsîyayên Rûsîyayêye cûre-cûre sala 2O2O-î ji 2,1 mîlîyard dolarên amêrîkî derbaztir bûne. Rûsîya hevalkara Ermenîstanêye alvêrêye pêşine. Dîyaloga sîyasî bi întênsîvî pêşda diçe”,-dewisgirtîyê wezîr gotîye.
Ewî dikên hevkarîyêye tevayîye tevî Hevalbendîya Welatên Serbest, Yektîya Avrasîyaêye Êkonomîkî, Organîzeya Peymana Beqezîyabûna Kolêktîve bêpar hesab kirine: “Em tevî ermenîya û hevalkrên mayîn li sûka tomerî dixebitin”.
Hemtêksta hevkarîyêda derheqa belavbûna koronavîrûsê, Rûdênko daye kifşê, wekî salên 2O2O-2O21-ê Rûsîyayê 5O-î hezar sîstêmên têstê daye Ermenîstanê.
“Pevketin hatîye destanînê bi deha hezara vaksîna rûsîye Sputnik V bidine Ermenîstanê”.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button