Sereke

Tirkîya çawa dikare bibe dosta me, ew tiştê bûyînê nîne: Sasûn Mîkayêlyan

Em gerekê bi temamîya miletva yekbûyîbin bona ku bikaribin ji vî halî derkevin.Em gerekê hêvîdarbin, gerekê welat wî cûreyî nehêlin, bona ku paşê pirsgirêkên diha mezin tunebin. Derheqa wê yekêda serokê Yektîya Rezedilvanên Welatparêz , parlamêntvanê ji fraksîya “Gava min” Sasûn Mîkayêlyan gotîye.
Derheqa wê fikirêda, ku serokatî derheqa dostîya tevî Tirkîyayê dibêje, Sasûn Mîkayêlyan gotîye: “Tirk dijminê meyî bi seda salaye, tevî kîjana dikarin pêwandîyên êkonomîkî hebin, lê gelo Tirkîya çawa dikare dosta mebe, ew yek tiştê bûyînê nîne û ew yek bi dîrokî hatîye kifşê? Tirkîya çawa dikare bibe dosta me”. Sasûn Mîkayêlyan daye dîyarkirinê, wekî gerekê her dem fesalbin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button