Sereke

Xebata bona pevguhartina dîla gerekê bighînine dawîyê: baylozê Fêdêrasîya Rûsîyayê

Xebata bona pevguhartina dîlên wextê şerê li Qerebaga Çîya dîlketî, gerekê bighînine dawîyê. Çawa ku “Armênprss”-ê ragîhandîye, derheqa wê yekêda baylozê Fêdêrasîya Rûsîayayêyî li Ermenîstanê Sêrgêy Kopîrkîn gotîye.
“Pevguhrtina dîla gerekê bighinine dawîyê. Fêdêrasîa Rûsîyayê bi aktîvî tevî wê şuxulkarîyê dibe, piştgirîyê dide ku prînsîpa “hemû dewsa hemya” bê mîyaserkirinê”,-baylozê Fêdêrasîya Rûsîyayê Sêrgêy Kopîrkîn gotîye.
Pêşda Sêrgêy Kopîrkîn elam kiribû, wekî pirseke serokatîya Rûsîyayê girîng jî ew e ku ew merivên ku wextê şerê Qerebagê dîlketine bêne paşdaanînê, û hemû tişt tê kirinê ku pirsgirêk bê helkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button