Sereke

Aşîtîparêzên rûs çûyîna welatîyên bîyanî, rojnamevana û teşkîletaye li Arsaxê qedexe dikin

Hêzên rûsîye aşîtîparêz qedexe dikin ku welatîyên bîyanî, rojnamevan û wekîlên teşkîletên xêrkir û hûmanîtarî herine Arsaxê.
Rojnamevana Rûsîyayêye esilê xweda ermenî Naîra Bagdasaryanê pirsa wî cûreyî şandîye wezîreta Rûsîyayêye karên der.
Rojnamevanê ew pirs şandîye ser navê wekîla wezîreta Rûsîyayêye karên der Marîya Zaxarovayê, kîjanêda hatîye dîyarkirinê:”Aşîtîparêzên rûse li Arsaxê, îzinê nadin cêrge welatîyên bîyanî û wekîlên teşkîleta, ku ew herine Arsaxê û ew yek jî li ser hîmê tabîya Adirbêcanêye.Nava wan merivadanin teşkîletên xêrkirinê û doxtir, hewcetîya kîjana li Arsaxê heye. Gelo helkirina vê pirsê kîjan êtapêdane?”.
Çawa bersiva pirsa rojnamevanê, Marîya Zaxarovayê bi nivîsar gotîye: “Xwînrêtina li Qerebagê çend meh pêşda hatîye sekinandinê. Li ser hîmê elametîya di navbera serokên Ermenîstanê, Rûsîyayê û Adirbêcanê, ya ku 9-ê mijdara sala 2O2O-î hatîye destanînê û usa jî li ser hîmê civîna 11-ê meha çileye li Moskvayê, ew yek tê kirinê. Bi dirêjaya xeta pêşin û li sivdera Laçînê, aşîtîparêzên rûs bêqezîyabûnê didine çareserkirinê. Xebatên Organîzeya Netewên Yekbûyî û Komîtêya Xaçê Sor pêwîstin. Bona çareserkirina bêqezîyabûna xebatên wan, qeydê hatina wekîlên teşkîletên navnetewî hatîye qirarkirinê. Derheqa çûyînada gerekê pêşda elamî aşîtîparêza bikin. Derheqa wê yekêda nava elametîya 9-ê mijdarêda hatîye dîyarkirinê. Bo wê yekê jî hûn pirsa xwe gerekê berê ewlin bidine Yêrêvan û Bekûya fermî”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button