Sereke

Tenê piştî dasekinandina yektîya têrîtorîyayên Qerebagê dikare aşîtî îzbatbe: elametî

Elametîya fonda xêrkirinêye “Şûşî” berbirîbûna berbi serokên hemsedirên koma Mînskê, birêz Makron, Pûtîn û Baydêne.
Eskerên Adirbêcanê û Tirkîyayê, bi tambûna têrorîstên ji Rojhilta Navîn berevkirî, 27-ê îlona sala 2O2O-î, li ber çevê dinîya sîvîlîzasîyon êrîş birine ser Komara Arsaxê.
Nenihêrî wê yekê, wekî serokên welatên hemsedir, pêşda xebitandina qewatê înkar kiribûn, Adirbêcanê û Tirkîyayê bi xebitandina qewatê du sêanîya Komara Arsaxê okûpasîya kirin, nava wanda nehîya Hadrûtê bi temamî, gundên nehîyên Martûnîyê, Askêranê, Şûşîyê û Martakêrtê, usa jî bajarê Şûşîyê, yê ku ji cîhê şêr dûr bû.
Okûpanta nava sê rojada usa kirin, ku binelîyên hevt nehîya bûne mihacir. Bi hezara meriv mecbûr bûn, ku hemû tiştî bihêlin û dûrkevin. Piranîya wan binelîya mihacirên ji Adirbêcanê bûn, yên ku li Arsaxê cîhwar bibûn.
Salên 1988-1992-a, ermenî ji Sûmgaîtê, Ganzakê /Kîrovabad/, nehîya Arsaxêye Şahûmyanê, Xanlarê, Daşkêsanê, Şamxorê û Gêtabêkê bi destê zorê dabûne derxistinê. Li gundên Maragayê azêrîya sala 1992-a kirinên komkujî mîyaser kiribûn û sed binelîyên edil kuştibûn, gelek dîl biribûn û bi zêrandina kuştibûn.Binelîyên Maragayê li Martakêrtê û Adgamê cîhwar bibûn, lê cara duem ew sala 2O2O-î hatine cîşihitandinê. Bi hezara mihacir roja îroyîn ji gundekî derbazî gundekî mayîn dibin.
Birêz serok, Komara Arsaxê ji alîyê civaka navnetewîda nehatîye naskirinê û ew yek tiştekî bi heqî nîne.Em dixwezin bêjin, wekî nava sê hezar salên derbazbûyîda, Ermenîstanê dewletbûna xwe unda kiribû.Qeza wêye 12-a Arsax bû û nava dîrokêda ewê çend cara statûsên cûre-cûre stendîye. Bi wê yekêva tevayî li wir heyîna miletîyê, ziman, çand û yektîya têrîtorîya hatibûn xweykirinê.
Li nehîyên Arsaxêye okûpasîyakirî bi seda heykel hene, nava kîjanadanin Dadîvank /sedsala 2-a/, dêra Gtîçê /sedsala 9-a/, dêra Yêgîşê /sedsala 4-a/, Sîsêrnavank /sedsala 4-a/ û cêrge heykelên dîrokî û avayên arxîtêktorîye kevinar. Ew hemû tişt mîrata dinîya sîvîlîzasîyonin. Ew hemû li ber qezîyayê sekinîne, çimkî Adirbêcan dicêribîne rêça erenî li wandera bide hildanê.
Birêz serok, roja îroyîn derheqa pêwîstîya îzbatkirina pêwandîyên dostîyêye di navbera cimetada tê gotinê. Feqet aşîtî tenê wî çaxî dikare îzbatbe, wextê ku yektîya têrîtorîyayên Qerebagê bê dasekinandinê, hêzên azêrîya û komên têrorîsta ji cîhên okûpasîyakirî bên derxistinê, bona ku binelîyên cîşihitandî vegerine malên xwe. Qerebaga Çîya tu cara nava Komara Adirbêcanêda nîbûye û nikare bibe. Ew qewileke, lê qewilekî mayîn jî ewe, ku Şûşî paşda vegere nava Arsaxê.
Birêz serokên welatên hemsedirên koma Mînskê, ez mecbûrim berbirî fikirdarîya Weye rast bibim, çimkî Tirkîya û Adirbêcan elametîya belav dikin, menîya digerin ku careke mayîn êrîşê bînin li ser Ermenîstanê û Arsaxê, bona ku rê berbi Altayê û Sîbîrê vekin, împêratorîya tirka daîzbatkin.
Bi fikira min ew yek ne anegorî berjewandîyên welatên we, Ermenîstanê û Arsaxê, temamîya dinîya sîvîlîzasîyone.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button