Sereke

Paşînyan dide bawarkirinê, wekî wê hewcetî tunebe, ku hilbijartinên ji sirêder bidine guhartinê

Hilbijartinên Ermenîstanêye parlamêntîyêye ji sirêder wê usa bên derbazkirinê, ku tu menî tunebe, ku careke mayîn bidine derbazkirinê. Derheqa wê yekêda serekwezîrê Ermenîstnê Nîkol Paşînyan gotîye. Ewî bîr anîye wekî serokatîya dewletê pêşnîyar kirîye ku hilbijartinên parlamêntîyêye ji sirêder derbazkin, bona ku ji halê sîyasîyî sert derkevin, û wextê gotûbêjkirinên tevî opozîsîya parlamêntîyê û ji parlamêntê der hatîye qirarkirinê ku hilbijartina 2O-ê hezîranê derbazkin. Bi gotina Paşînyan hilbijartinên kanûna sla 2O18-a, wextê ku ew bû serekwezîr yên cuda bûn bi wê yekêva wekî ji sala 1996-da hetanî wî çaxî cara ewlin encamên hilbijartina li mehkema Konstîtûsîyon nehatine pêşdakişandinê.
“Ez gumanim, wekî hilbijartinên pêşîya me wê dîsa li ser dereca bilind bêne derbazkirinê. Ez gumanim, wekî vê carê jî cimeta me wê hukumata lêgîtîm sazke”,- wextê hevpeyvîna tevî RÎA Novostîyê, Paşînyan gotîye.
Derheqa partîya xweda Paşînyan daye dîyarkirinê, wekî ew hazir dibin û derheqa sazkirina koalîsîyonêda wê piştî hilbijartina bê dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button