Sereke

Rojnama “Komara Ermenîstanê”: pêwîste qewata nû bidine rîya avtomobîlaye “Bakûr–Başûr”

“Nava hemtêksta guhartinên gêopolîtîkîda qeza Ermenîstanêye Syûnîkê wê rola girîngdabe. Ji xweykirina Syûnîkêva girêdaîye ku li herêmê halê çi cûreyîbe. Derheqa wê yekêda lêkolînerê goveka transportê Vahê Davtyan gotîye. Ewî hîmlî gotîye: “Berê ewlin gerekê berjewandîyên Ermenîstanêye miletîyê hesab hildin. Stratêcîya sala 2O2O-î gerekê bê lênihêrandinê. Bi fikira min gerekê qewata nû bidine xebatên çêkirina rîya avtomobîlaye Bakûr-Başûr. Heger em dixwezin sûbyêktîvîya xweye gêoêkonomîkî îzbatkin, wî çaxî gerekê wê mecalê bidine xebatê.Ji alîyê xebitandina potênsîyala tranzîtê jî gelekî girînge sivdera ênêrgêtîkîêye Bakûr-Başûr bidine xebatê, bi saya kîjanê derbazbûna ênêrgîya êlêktrîkîye di navbera Îranê, Ermenîstanê û Gurcistanê û Rûsîyayêda bê çareserkirinê.Ewê mecalê sazke, ku ênêrgîya êlêktrîkî ji wê sivderê derbazî Yektîya Avrasîyayêye êkonomîkî bikin û usa jî ew bighîje cêrge welatên Rojhilata Navîn, Îraqê, Sûrîyayê û yên mayîn”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button