Sereke

Bona belavkirina şikilê Newrozê rojnamevana tirk dikare cezayê girtinêye hevt sala bistîne

Diqewime rojnamevana tirk girtina hevt sala bistîne bona wê yekê wekî ewê malpera sosîyalîda şikilê Newrozê belav kirîye. Dozgerê tirk pêşnîyar kirîye ku rojnamevan Mêlîs Alfanê bona wê yekê bê girtinê. Alfan bona wê yekê tê gunehkarkirnê,wekî ewê înstagramêda wêneyê Newroza sala 2O16-a, ya ku ji alîyê kurdada tê derbazkirinê, belav kirîye. Ewê gunekarkirin înkar kirîye û gotîye, wekî ewê xwestîye derbazkirina cejinê bide kifşê, wextê kîjanê ew li wir hazir nîbûye. Gunekarkirina dijî min girêdaîye wê yekêra, wekî wêneda al hene, yên ku destê merivadanin û bona wê yekêye, ku min ew wêne belav kirîye”,-rojnamevanê gotîye û daye dîyarkirinê, wekî tu tişt têrorîzmêva girêdayî nîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button