Sereke

Paşînyan û Pûtîn derheqa destanîna vaksîna “Sputnik V”-da xeberdane

Wextê hevdîtina serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîne 7-ê nîsanêye li Moskvayê, xeberdan usa jî derheqa ji alîyê Ermenîstanêda destanîna vaksîna ” Sputnik V”-da çûye. Paşînyan gotîye, wekî 8-ê nîsanê Ermenîstanê koma vaksînayêye ewlin, 15 OOO heb, bistîne.
“Ew yek çawa koma vaksînayêye sîmvolîke, lê em hêvîdarin koma mezin bistînin, çimkî vaksînayê kardarîya xwe daye kifşê û bona me girînge, wekî Ermenîstanê mecala wê yekê bistîne”,-serekwezîrê Ermenîstanê gotîye.
Serokê Rûsîyayê daye dîyarkirinê, wekî çêkirina vaksînayê li Rûsîyayê qewata mezin distîne.”Emê wê pirsê gotûbêj bikin û helkin, lê ne ku çawa zyana welatîyên Rûsîyayê. Qewata çêkirinê anegorî xwestina hundurê welête. Hemû kes nîne ku dixweze vaksînayê bistîne, lê çiqas diçe ew meriv diha zêde dibin, feqet emê wê pirsê gotûbêj bikin”,- Vladîmîr Pûtîn gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button