Sereke

Tevî Pûtîn me dokûment îmze nekirîye, me gotûbej kirine: Paşînyan gotîye hiqûqzanên ermenîye li Moskvayê

Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan rastî wekîlên asosîyasîya hiqûqzanên ermenîye li Moskvayê hatîye.Paşînyan daye dîyarkirinê, wekî banga here girîng, ya hevdîtinê ew bûye ku wekîlên olka ermenî bikaribin pirsa bilindkin. Serekwezîr bi kurtayî hevdîtina tevî Vladîmîr Pûtîn raber kirîye. Ewî gotîye, wekî tevî serokê Rûsîyayê nava mehên dawîda pêwandîyên vekirî îzbat bûne. Bi qîmetkirina wî, hevdîtina wan kardar bûye. Paşînyan daye dîyarkirinê, wekî dokûmênt nehatine îmzekirinê, lê derheqa cêrge dokûmêntada xeberdan çûye. Bi gotina wî, xeberdan derheqa pirsa dîlên leşkerî, werguhastinên nava hêzên sîlihkirîda çûye. “Heleqetîyên ermeîya-rûsa yên stratêcîne û hevkarî gerekê diha kûrbe, bi hesabhildana pirsên wedê nihaye girîng”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button