Sereke

Vladîmîr Pûtîn hêvîdare wekî Fêdêrasîya Rûsîyayê û Ermenîstan wê zûtirekê dereca zivira eşîya bidine dasekinandinê

Serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn, wextê hevdîtina tevî serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan daye bawarkirinê, wekî dereca zivira eşîyaye di navbera herdu welatada, ya ku rûyê koronavîrûsêda nimiz bûye, wê bê dasekinandinê.
“Ez hêvîdarim, wekî pêşeroja nêzîkda emê bikaribin ne tenê wê yekê bidine dasekinandinê, lê emê pêşda herin.Ez dibînim, wekî komîsîya dualî aktîv dixebite. Hûn bi aktîvî piştgirîyê didine şuxulkarîya komîsîyayê û cîgirê serekwezîrê Rûsîyayê zû-zû tê Ermenîstanê û diçe”,- Pûtîn gotîye.
Serokê Rûsîyayê usa jî derheqa halê kirîn- frotanêyî piştî şêr û pirsên pêwandîyên transportêda xeberdaye.
Nîkol Paşînyanê serekwezîr bona vexwendina Moskvayê razalixî elamî Pûtîn kirîye û daye dîyarkirinê, wekî pêwandîyên vî cûreyî gelekî girîngin, bona ku pirsa gotûbêj bikin.
“Em îdî pevketine wekî wê rojeva dewlemend hebe, nava wanda usa jî gotûbêjkirina pirsên stratêcî. Ez dixwezim bêjim, wekî hazirîya aşîtîparêzên rûse li Qerebagê bona bêqezîyabûn û qewînbûna herêmê bûye faktora girîng”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button