Sereke

Adirbêcan dikare nava şêrda serketî bê qebûlkirinê, lê ew yek nade kifşê, ku krîzîs hel bûye: dêpartamênta ŞAY-ye dewletê

Dêpartamênta Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye dewletê dibêje, wekî Rûsîya dikare diha zû dew-doza Qerebagê xweyîke, ne ku wê pirsgirêkê helke. Fikira wî cûreyî cîgirê alîkarê katibê Ştatên Yekbûyî dewletê Corc Kênt elam kirîye.
Ez hîvîyême wekî nerazîbûna serokatîya Adirbêcanê wê ji wê yekê pêşda bê, wekî aşîtîparêzên rûs tê bêjî wê wedekî dirêj li Qerebagê bimînin”,- Kênt gotîye. Bi wê yekêva tevayî, ewî halê li Qerebagê şirove kirîye û Rûsîya nava dirêjkirina dew-dozêda gunehkar kirîye, û xeberên cîgirê wezîrê Gurcistanêyî karên der raber kirîye.
“Cîgirekî wezîrê Gurcistanêyî karên der meha mijdarêda got: “Eva ew hale, yê ku mînanî wî halî bû, wextê ku sala 1998-a Gurcistan navda bû. Paşê Adirbêcnê bikeve nava wî halî, dema ku em, Gurcistan sala 2OO8-da navda bûn. Paşê ewê bikeve nava wî halî çawa ku em nihane”. Eva qîmetekî nêzîkî rastîyêye ku çawa Rûsîya dew-dozê dide xebatê, lê bi rastî nacedîne pirsê helke û îzinê bide ku Ermenîstan û Adirbêcan pêşda herin”,- Kênt gotîye. Kênt daye dîyarkirinê, wekî Ştatên Yekbûyî sekinandina opêrasîyonên leşkerîye dora Qerebagê silav dike. Bi fikira dîplomatê amêrîkî, ji alîyê bêqezîyabûnêda pirsa hîmlî dimîne ku çawa nêzîkî dew-doza Qerebagê bibin, wekî îzinê bidine herdu welata ku ew bighîjine qayîlîya dawî. Bi fikira dîplomat, Adirbêcan dikare çawa serketîyê nava şêrda bê qebûlkirinê, lê ew yek nade kifşê, wekî krîzîs hel bûye. Bi gotina wî hetanî niha pirs nava doranên koma Mînskêda bû, serokatîya kîjanê dikirin ŞAY, Fransîya û Rûsîya. Dîplomatê amêrîkî gotîye, wekî ŞAY hazire piştgirîyê bide Adirbêcanê û Ermenîstanê, ku pirsgirêk bê helkirinê, heger Bekû û Yêrêvan bi wê yekêva hewaskarin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button