Sereke

Begda û Waşîngton bona derxistina hêzên amêrîkî pevketine

Begdayê û Waşîngtonê elam kirine, wekî ew pevketine ku hêzên amêrîkî ji Îraqê bidine derxistinê, lê derheqa wededa tu tişt nehatîye gotinê.Hatîye dîyarkirinê, wekî ew qirar li ser hîmê wê yekê hatîye qebûlkirinê, wekî mîsîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û hêzên kolalîsîyon, derbazî ser pirsên telîmkirinê bûye û ew yek îzinê dide hêzên şerkar ji Îraqê bidine derxistinê. Şêwirmendê Îraqêyî pirsên bêqezîyabûnê Qasim Al Aracî gotîye, wekî herdu alî jî pevketine wekî li Îraqê gerekê bazayên leşkerîye bîyanî tunebin.Îraq û Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî bi du êtapa îdî hevraxeberdan sala 2O2O-î derbaz kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button