Sereke

Beşa ewlin, ya vaksîna “Sputnik V” hatîye Ermenîstanê /vîdêyo/

Beşa ewlin, ya vaksîna “Sputnik V”, ya bona 15 OOO merivî, hatîye Ermenîstanê. Derheqa wê yekêda şêwirmendê baylozxana Rûsîyayêye li Yêrêvanê Pavêl Kûroçkîn gotîye.
“Tevî serokatîya merkeza Ermenîstanêye kontrolkirin û îzinnedayîna nexweşîya, me beşa vaksîna “Sputnik V”-ye ewlin pêşwazî kir”,- Kûroçkîn rûpelê xweyî fêysbûkêda nivîsîye. Bi gotina dîplomat, eva ew berdewama piştgirîya berfirehye, ya ku Rûsîyayê nava şerkarîya dijî koronavîrûsê daye Ermenîstanê, ya ku mesela pêwandîyên hevkarîyê û biratîyêye tifaqdarîyêye di navbera cimetadaye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button