Sereke

Serokê Ermenîstanê derheqa pêşdahatina pirsgirêka Qerebagêda xeberdaye û xeberên Pûtîn bîr anîye

Helkirina pirsgirêka Qerebagê wî çaxî dikare bibe, wextê ku menîyên pêşdahatina wê bêne lêkolînkirinê û encamên wê bêne helkirinê. Derheqa wê yekêda serokê Ermenîstanê Armên Sargsyan gotîye. Bi gotina wî, menî gelekin. Ew yek li ber çevaye, wekî sîyasîya serokatîya Sovyêtêye wî çaxî bombek danîbû bin vê pirsê û ew salên 198O-yî teqîya.Wî çaxî binelîyên ermenî rastî paqijkirinên êtnîk û xwînrêtinê hatin.
“Girînge fem bikin, wekî şer bi înîsîyatîya alîyê ermenî nîbû û ew ji alîyê serokatîya Adirbêcanêye leşkerî-sîyasîda hate borcdarkirinê”,-serokkomar gotîye.Bi fikira wî, heger wan pirsa hesab hilnedin, nikarin modêlên helkirina pirgirêkê bibînin. Serokkomar gotinên Vladîmîr Pûtîn bîr anîye, nava wanda usa jî derheqa girîngîya naskirina komkujîya Ermenîye sala 1915-a.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button