Sereke

Blînkên bona piştgirîya dîyaloga stratêcîye di navbera amêrîkîya-îraqîyada razalixî elamî Barzanîyê serekwezîr kirîye

Katibê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîyî dewletê Êntonî Blîkên bona piştgirîya dîyaloga stratêcîye di navbera amêrîkîya-îraqîyada razalixî elamî Barzanîyê serekwezîr kirîye.
Ofîsa serekwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji katibê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî dewletê Êntonî Blîkên piştî êtapa dîyaloga sêem, ya amêrîkîya-îraqîya, name stendîye. Namêda Êntonî Blîkên bona piştgirîyê razalixî elamî Mesrûr Barzanî kirîye û daye femkirinê, wekî ew hazire hevkarîya di navbera Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û Kurdistana Îraqêda bide kûrkirinê.
Begda û Waşîngton êtapa sisîya, ya dîyaloga amêrîkîya-îraqîyaye stratêcî ser hevda anîn û piştî wê yekê elam kirin ku eskerê Ştatên Yekbûyî wê ji Îraqê derkevin, lê derheqa wedê konkrêtda nedane dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button