Sereke

Serokbajarê Los Ancêlêsê bangî serokê ŞAY kirîye, ku komkujîya Ermenî naske /vîdêyo/

Serokbajarê Los Ancêlêsê Êrîk Garsêtî bi vîdêyoyê berbirî serokê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Co Baydên bûye, ku ew komkujîya Ermenî naske.
“Wedê rastîyê hatîye, wedeye ku tragêdîya dîrokî bîr bînin, bona ku ew tu cara newekile. Wedeye ku em hemû ji Baydênê serok destpêkirî, li temamîya dinîyayê bi yekdengî elamkin, ku em komkujîya Ermenî nas dikin”,-ewî gotîye.
Garsêtî bîr anîye, wekî mîlîon nîvek ermenî hatine kuştinê, û bang kirîye, ku bighîjine berevkirina îmzaye bi sernavê “Belê, ew yek komkujî bû”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button