Sereke

Du têrorîstên kirêkirîye ji Sûrîyayê, yên ku tevî şerê Arsaxê bûne, li ber mehkemê sekinîne

Li îdara komîtêya Ermenîstanêye lêpirsînê, lêpirsîna du welatîyên Sûrîyayê Mûhrab Mehmed Al Şxêrî û Ûsiv Alabêt Al Hecî ser hevda hatîye û îşê wan derbazî mehkemê kirine. Ew tevî şerê Arsaxê bûne û çawa têrorîstên kirêkirî dijî Arsaxê şer kirine.
Şedetî hatine îzbatkirinê, wekî ew çawa welatîyên Sûrîyayê hatine Adirbêcanê û nava teşkîla eskerê Adirbêcanêda dijî Arsaxê şer kirine. Kirinên wan dijî Ermenîstanê û Arsaxê, dijî welatîyên wan bûne û bi meremê tunekirin, yan jî zyangîhandina wan bûne. Ew hatine gunehkarkirinê û îşên wan şandine li cem dozger, ku gunehkarkirina wan îzbatke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button