Sereke

ŞAY rêformên wezîreta pêşmerga qebûl dike û sozê berdewamkirina piştgirîyê dide

Serekwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî baylozê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyîyî li Îraqê Mêtyû Tyûlêr qebûl kirîye, bona ku pêwandîên dualî û bûyarên van axirîyaye li herêmê gotûbêj bikin.Tyûlêrê bayloz derheqa rêformîzasîyakirina hêzên Kurdistanêda daye dîyarkirinê û îzbat kirîye, wekî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî wê piştgirîyê bide wê yekê. Xeberdan usa jî derheqa qanûna derheqa byûcêya Îraqêye sala 2O21-da çûye. Serekwezîr derheqa borcdarîyên hukumata Kurdistanêda, yên nava qanûna nûda, daye dîyarkirinê.
“Min jî bangî hukumata fêdêral kirîye ku ew borcdarîyên xweye hindava Kurdistanê, yên anegorî qanûnê biqedînin”,- serekwezîr gotîye.
Dîyaloga stratêcîye di navbera ŞAY û Îraqêda, êtapa wêye sêem hevtîya derbazbûyî ser hevda hatîye û derheqa wê yekêda jî xeberdan çûye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button