Sereke

“Parka” pêşkêşî şêr sîyasîya Adirbêcanêye komkujî, ya hindava binelîyên Ermenîstanê û Arsaxê îzbat dike: parêzerê mafên mêriv

Vekirina “parka” pêşkêşî şerê Arsaxê hiznekirin û dijminatîya hindava ermenîya îzbat dike. Derheqa wê yekêda parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv Arman Tatoyan fêysbûkêda nivîsîye. Tevî têknîka ermenîye leşkerî, usa jî qulixçîyên ermenîye leşkerî hatine nîşandayînê, kîjan bona nuxsankirinê hatine raberkirinê. Parkêda usa jî dîmenên dîlên ermenîye leşkerî hatine rabekirinê. Bi gotina Arman Tatoyan sîyasîya dijminatîyêye vî cûreyî bi sala tê mîyaserkirinê. Ewî gotîye wekî bi piştgirîya dewletê ew dijminatî pêşda hatîye û rûyê wê yekêda leşkerên azêrî bi barbarî leşkerên ermenî dizêrînin û dikujin. Ev hemû tişt careke mayîn didine kifşê,wekî gerekê îzina wê yekê nedin ku Ermenîstanê bi aşîtîhizîya feşva bidine qerimandinê.Elametîya parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv wê bişînin sîstêmên navnetewîye anegor.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button