Sereke

Partîya Ermenîstana Gulvedayî: Bekû û Enqere dijminin û Ermenîstan gerekê heleqetîyên tevî Rûsîyayê bide kûrkirinê

Adirbêcan û Tirkîya dijminên mene. Derheqa wê yekêda katibê fraksîya partîya “Ermenîstana Gulvedayî” Arman Abovyan li parlamêntê gotîye û nerazîbûnên nava civakêda pêşdahatî şirovekirîye, yên ku rûyê vekirina “parka” li Bekûyê vekirî, pêşda hatine. “Belê, ew dijminin.Ev yek gerekê zelal bê gotinê. Hema ew hiznekirinê hindava meda pêşda tînin. Ev hemû tişt wê hêvîyê bide wan, ew hesab dikin wekî ermenî zeyîfin. Ew tenê bersiva hişk fem dikin”,-Abovyan gotîye. Parlamêntvan serda zêde kirîye, wekî Ermenîstan gerekê heleqetîyên tevî Rûsîyayê bide kûrkirinê û berfirehkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button