Sereke

Tirkzan: elametîyên Elîyêve derheqa axa Ermenîstanêda hesab dike çawa matêrîyala bona lêkolînkirina pisîxolocî

Nava elametîyên serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêvda dijîhevderketinên cuda-cuda hene, yên ku derheqa axa Ermenîstanêdane û ew bi dijwarî tên veşartinê.Fikira wî cûreyî Rûbên Mêlkonyanê tirkzan elam kirîye, dema ku ewî elametîyên Elîyêv şirovekirîye. Nava elametîyên xweda Elîyêv ji alîkîva gotibû, wekî dewekarîyên Adirbêcanêye têrîtorîyale hindava Ermenîstanêda tunene, lê ji alîkî mayînva jî gotîye, wekî Yêrêvan, Sêvan û Syûnîk topraxên Adirbêcanêne û ciwanên azêrî gerekê wê yekê zanibin. Tirkzan daye dîyarkirinê, wekî ew yek gerekê lêkolînkirina pisîxolocîra bê derbazkirinê. Tirkzan gotîye, wekî Elîyêv tenê carek nîne ku derheqa dewekarîyên hindava topraxên Ermenîstanêda raber dike. Rûbên Mêlkonyan usa jî derheqa wê elametîya Elîyêvda xeberdaye, kîjanêda ewî dabû dîyarkirinê, ku sed sal pêşda navê gola Sêvanê cûrekî mayîn bû. Mêlkonyan berbirî Elîyêv bûye û gotîye, wekî baştire ku hê zêde paşda herin û xerîta binihêrin, li kîderê welatê bi navê Adirbêcan li herêmê tunebûye.
“Ez difikirm, wekî ev hemû tişt şedetîya wê yekê didin, wekî welatekî usa cînara meye, ya ku normên navnetewîva girêdayî nîne û fikirdarîya wî welatî sedsala 21-da anegorî qeyde-qanûnên 2OOO sal pêşdaye”,- Mêlkonyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button