Sereke

Li ser hîmê elametîyên Elîyêve derheqa Ermenîstanê û cimeta ermenîda, parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv wê berbirî sîstêmên navnetewî bibe

Parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv Arman Tatoyan girêdayî vekirina “parka” pêşkêşî şerê Arsaxê û axaftinên serokê Adirbêcanê, hesab dike çawa dijminatîya êtnîkî, dînî û dijî binelîyên Ermenîstanê û Arsaxê.Tatoyan rûpelê xweyî fêysbûkêda gotîye:
“Çawa parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv, ez didime dîyarkirinê, wekî tu serokatîke Ermenîstanê dijî cimeta Adirbêcanê tu cara sîyasîya dijminatîyê mîyaser nekirîye.Gotinên serokê Adirbêcanê niha tên tercimekirinê û wê wana bişînin sîstêmên navnetewî û mafparêz, usa jî wê nava şirovekirinên meda bêne xebitandinê”,-Tatoyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button