Sereke

Nîkol Paşînyan dide bawarkirinê, wekî nava pirsa vekirina rêyên transportêda berjewandîya Ermenîstanê cîyê pêşindane

Nîkol Paşînyanê serekwezîr dide bawarkirinê, wekî nava xebatên vekirina rêyên transportêda berjewandîyên Ermenîstanê wê bêne hesabhildanê.
Paşînyan bîr anîye, wekî girêdayî vekirina tevgirêdanara koma xebatêye ji sê welata saz bûye. “Pevketin nehatine destanînê, lê cûrên wê hene. Pêşnîyarên hersê alîya jî hene û dora wan pêşnîyara emê bicêribînin bighîjine helkirinê. Feqet ez tiştekî dikarim bêjim, wekî wextê wan qirarkirina berjewandîyên Ermenîstanê gerekê ese bên hesabhildanê. Pirsa me ne tenê ew yeke, ku em gerekê rê bidin, lê pirsa me usa jî ewe, ku gerekê rîya me hebe”,- Paşînyan gotîye.Ewî daye dîyarkirnê, wekî pirsên bêqezîyabûnê, êkonomîkî û sîstêma hene û desta wan pirsa bi formata sêalî tê gotûbêjkirinê. Paşînyan difikire, wekî Adirbêcanê bicêribîne hemû tiştî bike, ku komûnîkasîya venebin, lê alîyê ermenî wê nava wê pirsêda bi cûrê maksîmal li ser tabîya çêkirinêbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button