Sereke

Pevketina bona paşdavegerandina dîlaye nivîsar heye, lê Adirbêcan borcdarîyên xwe naqedîne

Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan elam kirîye, wekî tevî Adirbêcanê pevketina nivîsare derheqa paşdavegerandina dîlada heye. Derheqa wê yekêda Paşînyan li parlamêntê gotîye.
“Tevî Adirbêcanê pevketina nivîsar ya derheqa paşdavegerandina dîlada heye, ya ku ji alîyê serekwezîrê Ermenîstanê, serokê Adirbêcanê, serokê Rûsîyayêda hatîye îmzekirinê. Gerekê bê dîyarkirinê, wekî Adirbêcan borcdarîyên xwe naqedîne û ez didime kifşê, wekî hemsedirên koma Mînskê zelal dane dîyarkirinê, ku pêwîste dîlên ermenî bêne paşdavegerandinê”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button