Sereke

Economist Times: Êrdogan kurdên Tirkîyayê unda kirin

The Economist Times-ê nivîsîye, wekî partîya Tirkîyayêye Desthilatdar, ya bi serkarîya Receb Tayb Êrdogan, ketîye nava halekî giran.Kovarê nivîsîye, wekî Êrdoganê îdî piştgirîya bijarvanên kurd nestîne, çimkî ewî kurdên li Tirkîyayê unda kirin. Miqaledar hesab dike, wekî cimeta tirk piştgirîya Êrdogan dike, lê hema bi saya kurda tê qirarkirinê, ku kî wê ser bikeve. The Economist Times-ê eşaretî daye Êrdogan, wekî qedexekirina partîya Dêmokratîk, ya Gela nade kifşê, ku guhdarîya kurda bê ser wî, lê kurd dikarin denêg xwe bidine opozîsîyayê.
“Kî dixweze serokatîya li Tirkîyayê bistîne, ew gerekê derheqa kurdada bifikire û nava pêwandîyada gerekê fesalbe”,- The Economist Times-ê nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button