Sereke

Advokat: şedetîyên xewile nava hîmê îşê Kobanêyî sala 2O14-da, yê dijî Dêmîrtaş

Advokatên Salhedîn Dêmîrtaş broşyûroke derheqa prosêsa mehkemêye girêdayî îşê Kobanêyî sala 2O14-ra hazir kirine. Broşyûr pêşîya prosêsa mehkemêye 26-ê nîsanêye dijî 1O8 sîyasetmetdarên partîya Dêmokratîk, ya Gela, usa jî Salhedîn Dêmîrtaş, hatîye hazirkirinê.Qirara mehkemêye gunehkarkirinê dide dîyarkirinê ku partîya bona wê yekê gunehkare, wekî girêdyî protêstokirinên Kobanêra awqas meriv hatine kuştinê. Van axrîya hatibû eşkerekirinê, wekî leşker, xebatkarên polîsîyayê, quricî, endamên partîya Desthilatdar, endamên “Hêzbolahê” û DAÎŞ-ê jî gunehkarin. Destpêka broşyûrêda hatîye dîyarkirinê, wekî ew bona wê yekê hatîye hazirkirinê, ku rastîyê bidine eşkerekirinê. Dêmîrtaş bi xwe pêşgotina kitêbokê nivîsîye û hevkarên wî jî wê wextê prosêsa mehkemê rastîyê bidine eşkerekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button