Sereke

Barzanîyê serekwezîr û dêlêgasîya ŞAY pirsên derheqa hevkarîya nava şerkarîya dijî DAÎŞ-ê gotûbêj kirine

Serekwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî dêlêgasîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye dîplomatî, bi serkarîya cîgirê wekîlê ŞAY-yî li Sûrîyayê Dêvîd Braûnştêyn qebûl kirîye.
“Ez şame, wekî îro min cîgirê wekîlê ŞAY-yî li Sûrîyayê Dêvîd Braûnştêyn qebûl kirîye”,-nava elametîya Barzanîyê serekwezîrda hatîye gotinê, ya ku ofîsa wî belav kirîye. “Me bûyarên li Îraqêye dawî û usa jî yên li Sûrîyayê, usa jî hevkarîya tevî koalîsîyona navnetewîye dijî DAÎŞ-ê, gotûbêj kirîye”,- nava elametîyêda hatîye gotinê. Barzanî û Braûnştêyn derheqa girîngîya piştgirîya pêşmergaye nava wê şerkarîyêda fikir pevguhartine.
“Me derheqa girînîya wê yekêda daye dîyarkirinê, wekî pêwîste piştgirîyê bidine pêşmerga, çimkî DAÎŞ dîsa li gelek nehîyên Îraqê û Sûrîyayê qezîyayê raber dike”,- nava elametîyêda hatîye gotinê. “
“Me usa jî derheqa piştgirîya xweye hindava hevraxeberdanên partîyayên kurdaye li Sûrîyayê îzbat kirîye, bi meremê parastina mafên kurdaye li Sûrîyayê”,-Mesrûr Barzanî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button