Sereke

Sîstêma bêqezîyabûna Ermenîstane li ser tifaqa ermenîya-rûsaye stratêcî û leşkerî-sîasî hatîye -hîmdanînê: Paşînyan

Sîstêma bêqezîyabûna Ermenîstanê li ser tifaqa ermenîya-rûsaye stratêcî û leşkerî-sîyasî hatîye hîmdanînê. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serekwezîr wextê seredana li qeza Vayos Zorê gotîye.
“Dibêjin, ku emê çawa bêqezîyabûna welatê xwe biparêzin. Sîstêma bêqezîyabûna welatê me li ser tifaqa ermenîya-rûsaye stratêcî û leşkerî- sîyasî hatîye hîmdanînê. Bi meremê bêqezîyabûnê, pareskerê meyî tevayî, yê tevî Rûsîyayê, usa jî sîstêma parastina hewêye li herêma Qafqasîyayê heye.Usa dertê, ku êrîşa li ser Ermenîstanê wê bide kifşê, wekî ew êrîşa li ser Rûsîyayêye. Li vir sîstêma meye bêqezîyabûnêye tevayî heye”,-Paşînyan gotîye.
Çawa bersiva wê pirsê ku wextê şerê Arsaxê, ew sîstêm bo çi nexebitî, serekwezîr got, wekî menîke wê pirsê heye.Ewî gotîye, wekî sîstêma bêqezîyabûnê li ser wan hidûdên Ermenîstanê belav dibe, yê ku sala 2O1O-a Ermenîstanê bi xwe anegorî sînorên xwe qebûl kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button