Sereke

Wekîlê Ermenîstanêyî li Organîzeya Netewên Yekbûyî name katibê Organîzeya Netewên Yekbûyîra şandîye û guhdarîya wî teglîfî li ser “parka” li Bekûyê kirîye

Wekîlê Ermenîstanêyî li Organîzeya Netewên Yekbûyî Mhêr Margaryan name katibê Organîzeya Netewên Yekbûyî Antonîo Gûtêrêşra şandîye û guhdarîya wî teglîfî li ser “parka” li Bekûyê kirîye. Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye karên der elam kirine.
“Dijwarîyên meriva û mirin li Bekûyê li ser dereca sîyasîye here bilind didine kifşê, bi cûrê nemerivatî ermenîya didine nuxsankirinê û cara bi sirê didine kifşê, wekî ji alîyê dewletêda propaganda dijî ermenîya, ya dijminatîyê, didine pêşdakişandinê û eşkere armanca komkujîyê dîyar dikin”,- Margaryan nama xweda nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button