Sereke
Di navbera Ermenîstanê û Tirkîyayêda hevraxeberdan derbaz nabin: şêwirmenda wezîrê karên der
Bi meremê dasekinandina heleqetîyên dîplomatîye di navbera Ermenîstanê û Tirkîyayêda tu hevraxeberdan derbaz nabin. Derheqa wê yekêda şêwirmenda wezîrê karên der Marta Ayvazyanê gotîye rojnamevana.
“Vê pirsê van dawîya gelek cara didin. Ez gerekê carekê jî bêjim, wekî di navbera Ermenîstanê û Tirkîyayêda tu hevraxeberdan derbaz nabin û ne jî têra tên dîtinê”,-ewê gotîye.Ewê daye dîyarkirinê, wekî naskirina komkujîya Ermenî dîsa çawa alîkî sîyasîya Ermenîstanêye der dimîne.